Kombûna Zenûbiya: Belavkirina nirxên aştiyê mîsogeriya ewlehiya Sûriyeyê ye

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya diyar kir ku belavkirina nirxên aştî, xwişk û biratiyê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de mîsogeriya rasteqîn a yekitî  û aramiya wê ye. Endamên kombûnê banga diyalogên avakar û têkoşîna li dijî kîndariyê kir.

Kombûna Zenûbiya: Belavkirina nirxên aştiyê mîsogeriya ewlehiya Sûriyeyê ye
16 tebax, 2025   05:25
REQA
DÎMA MIHEMED

Endamên Meclisa Reqayê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya anî ziman ku belavkirina aştî û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de dê baweriyê bi hêz bike, li ber parçebûnê bigire û rê li ber avakirina Sûriyeyeke ewle veke.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya meclisê Munteha El Hiwêce destnîşan kir ku belavkirina nirxên aştî, lêborîn û xwişk û biratiyê kevirê bingehîn ê îstiqrara her civakekê ye û wiha domand: "Ev yek jî baweriya di nava pêkhateyan de xurt dike, li ber parçebûn û nakokiyên navxweyî digir, her wiha girêdana bi nasnameya çandî bihêz dike, ji bo diyaloga avakar jî teşwîqê çêdike. Her wiha destekê dide însiyatîfên têkoşîna li dijî gotinên nefret û tundiyê û modelên erênî yên reftarên civakî pêşkêş dikin."

Rêvebera Komîteya Jinan a devera Xatûniyê ya bajarê Reqayê Rîhab Himêdî bal kişand ser rola sereke ya jinan di belavkirina nirxên rêzdarî û tevkariyê de û got: “Beşdariya jinan di xebata civakî, siyasî û çandî pira peywendiyên di navbera pêkhateyan de ava dike, bendên ku ji ber nakokiyan jî çêbûne, ji holê radike û piştevaniya civakî bihêz dike.”

Endama Komîteya Lihevanînê Saliha Mihemed jî da zanîn ku belavkirina nirxên erênî bi rêya serdana malan, destpêkirina bernameyeke fêrkirin û hişyarkirinê li dibistan û navendên çandî, her wiha bi rêya lidarxistina çalakiyên hevbeş di navbera pêkhateyên de dibe.

Saliha Mihemed di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: "Bi keda jin û ciwanan em dikarin civakeke yekbûyî û rêzdar ava bikin ku li hemberî astengiyan rabe û ewlehiya xwe biparêze."

(bb)

ANHA