‘Hilbijartinên hikumeta veguhêz ne rewa ne’

Rewşenbîrên Til Temir hilbijartinên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê red kirin û got ev hilbijartin ne rewa ne û nûnertiya gelê Sûriyeyê nakin. Rewşenbîran got bêyî demokrasî, ewlekarî û misogeriya beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyeyê hilbijartin nabin.

‘Hilbijartinên hikumeta veguhêz ne rewa ne’
15 cotmeh, 2025   04:25
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Hilbijartinên “Meclisa Gel” ên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li dar xistin, rastî gelek rexne û nerazîbûna gelek aliyan hatin. Li bajarê Til Temir ê kantona Cizîrê jî dengê nerazîbûnê berz bû. Rewşenbîrên bajar diyar kir ku ev hilbijartin ne rewa ne û nûnertiya gel nakin.

Rewşenbîran destnîşan kir ku di vê rewşa nearam û bêewlehî de ev hilbijarin tenê ji bo xweşikkirina îmajê ne.

Der barê mijarê de mamoste Mihemed Seyîd Ehmed wiha axivî: “Çawa dikarin behsa hilbijarinên rewa bikin û zêdetirî nîvê gelê Sûriyê koçber e û li derveyî herêmên xwe ne? Beşeke mezin ji destnîşankirina siberoja welatê xwe hatiye dûrxistin. Ev hilbijartin şeklî ne. Hikumeta veguhêz bi van hilbijartinan dixwaze xwe wek dewleteke aram nîşan bide. Dixwazin aloziyên kûr ên gelê Sûriyeyê veşêrin. Naxwazin gelên li herêmên wan gendelî, xizanî û dûrbûna xizmetan nîqaş bike. Lewma wek şanoyekê hilbijartin li dar xistin.”

Rewşenbîra bi navê Esrarî El Etiya jî li ser mijarê axivî û got xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî hilbijartinên wan nebûne û ev tişt anî ziman: “Li herêma me Rêveberiya Xweseriya Demokratîk heye. Bi sîstema xwe ya rêxistinî û demokrasiyê ji navenda rejîma li Şamê cuda ye.”

Esrarî El Etiya da diyarkirin ku hilbijartinên wan nûnertiya gelê Sûriyeyê nakin û wiha dom kir: “Em tiştekî pratîzekirî dixwazin. Tu alî neyên dûrxistin. Ev hilbijartinên wan nûnertiya gelê me nakin. Heke hemû gelê Sûriyeyê cihê xwe di hilbijartinan de nebîne, dê Sûriye hilweşe.”

Rewşenbîr Ridewan El Xelef jî der barê miijarê de got: “Gelê Sûriyeyê bi giştî beşdarî van hilbijartinan nebûye. Ev dihêle hilbijartinên wan ne adilane bin. Çareseriya rast bi dan û standinê ye û çêkirina destûreke mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê biparêze. Li gorî nêrîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijartin dûrî demokrasiyê tê kirin. Tu azadiya ramanê tê de nîn e.”

(dc)

ANHA