Şêniyên Qamişloyê: Girtina rêyan nayê qebûlkirin

Şêniyên Qamişloyê destnîşan kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi kiryarên li dijî pêkhateyan û girtina rêyan li pêşiya welatiyan, mafên sereke binpê dike û got “Tişta dibe bi tu awayî nayê qebûlkirin.”

Şêniyên Qamişloyê: Girtina rêyan nayê qebûlkirin
15 cotmeh, 2025   06:35
QAMIŞLO
RÛŞAN EZEM

Girêdayî rewşa Sûriyeyê piştî ketina rêjîma Baasê û hatina hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û binpêkirinên ku li dijî pêkhateyan dike, şêniyên Qamişloyê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Nihyet Ehmed diyar kir ku ji ber ku rejîma Baasê gelek kiryar li dijî gelên Sûriyeyê kirin, bi ketina wê xelk kêfxweş bû, lê hikumeta veguhêz ew kiryarên ku li dijî mirovahiyê dibûn, berdewam dike û wiha got: “Hikumeta veguhêz dixwaze mafê wan bin pê bike û hemû gelan tune bike, cudahî bixe nava pêkhateyan û tenê sîstema xwe ya ku bi navê Islamê derdixe holê bimeşîne. Êrişa terorîst a ku li dijî Dêra Mar Elyas a li taxa Diwêla ya Şamê hatibû kirin, nîşaneya neqebûlkirina baweriya pêkhateyan e. Kuştin û revandina sivîlan li perava Sûriyê, Siwêdayê û qetlikirina Durzî û Elewiyan ji bo înkarikirin û şikandina îradeya pêkhateyan tê kirin. Divê hikumeta veguhêz xwe biguherîne, heke paşguhkirina pêkhateyan dewam bike, em ê tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî vê derkevin û di nav xwe de qebûl nakin.”

Zozik El Elî destnîşan kir ku hikumeta veguhêz bi armanca derxistina tevlihevî, newekhevî û derxistina nakokiyan di navbera gelan de tev digere û got: “Lê pêwîste em bi yekdest û îradeya xwe ya ji bo pêkanîna aştî û biratiya gelan tevbigerin, nehêlin ev sîstem bidome.”

El Elî destnîşan kir ku gel bi hêvî bû ku hikumeteke ji ya veguhêz a niha baştir bihata ku bi sîstema xwe yekitiya gelan û pêkhateyan mîsoger bikira, lê ew ji rejîma Baasê zêdetir hişk û desthilatdar derket.

Mizgîn Dendeh jî axivî û da zanîn ku hikumeta veguhêz nabe alîgirê gelê xwe û bi hezaran zarok, jin, kalemêr, pîrejin ên ji hemû pêkhateyan, dane kuştin û revandin û wiha behsa girtina rêyan kir: “Di van rojên dawî de hemû rêyên diçin Şamê li pêşiya xwendekar û nexweşan girtin, bi sedan nexweş hene ku pêwîstiya wan biçûna Şamê heye, em girtina rêyan bi tu awayî qebûl nakin.”

Cûma Welo jî diyar kir ku hikumeteke ku êrişan li dijî gelê xwe pêk tîne, nikare pergalekê ava bike, welatiyan ji êriş û kuştinan biparêze û ev bang kir: “Banga me ji hêzên navneteweyî re ew e ku destwerdana vê rewşê bikin.”

ANHA