Şêniyên Siwêdayê: QSD hêzeke neteweyî ya dilsoz e

Şêniyên Siwêdayê QSD wek hêzên neteweyî û xwedî ezmûneke şer a berfireh bi nav kir. Şêniyan diyar kir ku QSD hemû pêkhateyên Sûriyeyê diparêze.

Şêniyên Siwêdayê: QSD hêzeke neteweyî ya dilsoz e
Şêniyên Siwêdayê: QSD hêzeke neteweyî ya dilsoz e
Şêniyên Siwêdayê: QSD hêzeke neteweyî ya dilsoz e
Şêniyên Siwêdayê: QSD hêzeke neteweyî ya dilsoz e
Şêniyên Siwêdayê: QSD hêzeke neteweyî ya dilsoz e
Şêniyên Siwêdayê: QSD hêzeke neteweyî ya dilsoz e
Şêniyên Siwêdayê: QSD hêzeke neteweyî ya dilsoz e
15 cotmeh, 2025   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên li Siwêdayê di dema çalakiyek li Qada Keramayê ya ji bo piştgiriya berxwedana taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê li dijî êrişên hêzên hikûmeta veguhêz, axivîn. Şêniyan êrişên li ser QSD`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û silavên xwe ji QSDê şandin.

Endezyarê sivîl Besam Laqtînî ji nûçegihan me re got ku QSD hêzek rêxistinkirî ye, xwedî baweriya parastinê ye. Ew hêzên dilsoz in ku hebûna xwe diparêzin.

Laqtînî destnîşan kir ku xelkê Siwêdayê rêz li QSD'ê digirin, û da zanîn kir ku QSD`ê her gav amade be ku xwe û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêze.

Şêniyê bi navê Leys Hesen ku beşdarê xwepêşandanên li Meydana Kerama bû, destnîşan kir ku QSD`ê hêzeke neteweyî ye, ji ber ku ew pêkhateyên Sûriyeyê yên cûrbecûr di nava xwe de dihewînin û dixwazin wan biparêzin.

Şêniyê bi navê Ayid Ebû Turabî da zanîn ku QSD`ê xwedî ezmûnek leşkerî ya berfireh e, û rêzgirtinek taybetî nîşanî wan da, bi taybet Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî.

(k)