Hîlala Zêrîn: Em Festîvala Şehîd Berçem diyarî Rêber Apo dikin

Tevgera Hîlala Zêrîn di daxuyaniya xwe ya têkildarî Festîvala 2’yemîn a Şehîd Berçem  de diyar kir ku ew festîvala îsal diyarî Rêber Abdullah Ocalan dike.

Hîlala Zêrîn: Em Festîvala Şehîd Berçem diyarî Rêber Apo dikin
1 îlon 2024   13:35
KOBANÊ

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan a  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî Festîvala 2’yemîn a Şehîd Berçem a Çand, Huner û Wêjeyê ku di navbera 6 û 9’ê Îlonê de li bajarê Kobanê were lidarxistin, daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên Tevgera Hîlala Zêrîn li qada Jina Azad a li bajarê Kobanê hat dayîn û ji  aliyê rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn Necla Bozan ve hat xwendin. Daxuyanî wiha ye:

"26 sal e Rêber Apo di encama komployeke navneteweyî de ji aliyê fîzîkî ve hatiye girtin ku di dirêjahiya van salan de di şert û mercên dijwar de dijî. Li beramberî vê yekê jî di asteke bilind e têkoşîneke bîrdozî û berxwedaneke dîrokî dide meşandin. Em berxwedana Rêber Apo silav dikin û weke tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em ê bi pêşengiya Rêber Apo pêşeroja azadiya hemû gelan misoger bikin. Beriya her tiştî pêwîst e ku em li hember rewşa Rêber Apo xwe berpirsyar bibînin û zelal bin. Ev komploya ku bi destên faşîzma AKP’ê, bi hevkariya NATO û hêzên navneteweyî pêk hat, di heman demê de li ser hemû gelê Kurd û yên azadîxwaz e.

Rêber Apo li dijî peragala qirker û înkarê ya li Îmraliyê di nava têkoşîneke bîrdozî û çandî ya bê hempa de li ber xwe dide. Ji ber vê yekê em ê bi îsrara ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin bersiv, hemû kar û xebatên xwe yên rêxistinî û hûnerî di vê çarçoveyê de û di asta pêşengiyê de pêk bînin.

Li ser vê bingehê, di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de em weke Tevgera Hîlala Zêrîn a ku soz daye bi çand û hûnera xwe Rêber Apo fîzîkî azad bikin û balê bikşînin ser rewşa wî. Em ê  2’emîn Mîhrîcana Şehîd Berçem ya ku bi tîrêjên rojê hûnera jin geş kir, diyarî Rêber Apo bikin. Li gor vê yekê, di 1’ê Îlonê de 30 hezar broşûrên li ser jiyan, têkoşîn û bîrdoziya Rêber Apo hatin belavkirin. Her wiha wê bernameya mîhrîcanê ji 6 heta 9’ê Îlonê bi bernameyên çandî, hûnerî û wêjeyî were lidarxistin.

Bi rihê hûnera şoreşgerî em bang li gelê Kurdistanê û hemû gelên azadîxwaz û welatparêzan dikin ku li dijî van kiryarên qirêj û hişmendiya tunekirin û qirkirinê ya dewleta Tirk a faşîst bertekên tund nîşan bidin da ku em bigêhêjin armanca xwe ya bidawîkirina pergala tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo."

Li ser vê bingehê, em careke din bang li rêxistinên mafên mirovan û yên navneteweyî dikin ku rola xwe ya wîjdanî û exlaqî bînin cih. Em ê bi vîneke pir xurt û bi îsrara şikandina tecrîda li ser Rêber Apo, mirovahiyê azad bikin. Armanca me ew e ku Rêber Apo bi rêya çandî û hunerî bidin naskirin, bîrdoziya wî bikeve her malekê de û li cîhanê were belavkirin. Em çendî bikarbin çand û hunera xwe geş bikin, ewqas jî wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan be."

(ekîp)

ANHA