Di mehekê 14 kes hatin bidarvekirin

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, bi raporekê ragihand ku di meha Tebaxê de li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin bidarvekirin.

Di mehekê 14 kes hatin bidarvekirin
1 îlon, 2024   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê têkildarî binpêkirinên mafan ên ku di meha Tebaxê de li Rojhilatê Kurdistanê rû dane, raporek amade kir.

Di raporê de hat diyarkirin ku Reza Rasaeî yê 35 salî yê piştî serhildana “Jin, jiyan, azadî” hatibû girtin tevî 14 kesên din ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin.

Di berdewamê de hat destnîşankirin ku jina bi navê Mobîna Zeynîvand a 18 salî di 26’ê Tebaxê de li Eyaleta Îlamê ji hêla bavê xwe ve; jina bi navê Zeynîvand jî dema dixwest bi kesê jê hez dikir re bizewice hatiye qetilkirin.

Hat gotin ku herî kêm 2 kolber hatine qetilkirin û 9 jî birîndar bûne.

Di raporê de hat gotin ku oldar jî di nav de herî kêm 17 kes hatine girtin û dadgehê Îranê herî kêm li 5 kesan ji 6 meh, 8 sal û 10 meh cezayê girtîgehê biriye.