Bîlançoya şewata li Hong Kongê: 128 mirî

Hejmara qurbaniyên şewata li Hong Kongê gihaştiye 128 kesan. Lêgerîna nêzîkî 200 kesên winda dewam dike.

Bîlançoya şewata li Hong Kongê: 128 mirî
28 mijdar, 2025   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Hong Kongê roja Înê ragihand ku hejmara miriyên şewata avahiya niştecihbûnê gihaştiye 128 kesan û çarenûsa nêzîkî 200 kesan ne diyar e.

Roja çarşema borî li herêma Tai Po ya Hong Kongê ya Çînê li wargeheke niştecihbûnê ku ji 8 avahiyan pêk tê, şewat derketibû.

Berdevkê hikumetê da zanîn ku ekîbên rizgarkirinê 76 kesên birîndar derman kirin. Berdevk diyar kir ku polîsan 3 kes gumanbar jî destgîr kirine.

Rayedaran diyar kir ku zêdetirî 900 kes hatine derxistin û zêdetirî hezar û 200 endamên ekîba agirkujiyê beşdarî hewldanên vemirandina şewatê bûne. Her wiha îşaret pê kir ku ji ber germahiya bilind û dûmanê, xwegihandina lhin qatan zehmet e.

Lêkolîna der barê bûyerê de dewam dike.

(bb)