Hikumeta veguhêz bi girtina rêyan barê welatiyan giran dike

Şêniyan girtina rêyên di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên din ên Sûriyeyê de şermezar kir û destnîşan kir ku girtina rêyan pirsgirêkên aborî zêdetir dike û bandorê li tevgera çûn û hatinê û bazirganiyê dike.

Hikumeta veguhêz bi girtina rêyan barê welatiyan giran dike
Hikumeta veguhêz bi girtina rêyan barê welatiyan giran dike
Hikumeta veguhêz bi girtina rêyan barê welatiyan giran dike
23 mijdar, 2025   02:35
REQA
MIZGÎN ELÎ - MIHEMED XELÎL

Nêzî 2 meh e hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rêyên Heleb-Dêr Hafir û rêya Selemiyê-Tebqayê girtine ku herêmên di bin kontrola wê û herêmên Rêveberiya Xweser de bi hev ve girê didin. Girtina rêyan bandoreke neyînî li tevgera welatiyan û tevgera bazirganiyê kiriye.

Şênî û bazirganên kantona Reqayê û nûnerên civaka sivîl girtina rêyan şermezar kir û diyar kir ku biryarên wiha barê welatiyan giran dikin û di çûn û hatinê de zehmetiyan derdixin, di encamê de kel û pel jî biha dibin.

Şêniyê bi navê Ramî El Mihemed got: "Ji ber girtina rêyan em gelek zehmetiyan dikişînin. Li benda vekirina rê em bi rojan li çolê man. Nexweş hene pêwistiya wan bi dermankirinê heye, bi taybetî yên nexweşiyên giran wekî penceşêrê. Her wiha xwendekar û xwedî kar jî hene. Vê biryarê bandoreke neyinî li şêniyên Reqayê kiriye."

El Mihemed bang li aliyên berpirs kir ku rêyan vekin û tevgera welatiyan hêsan bikin.

Bazirganê xalîçeyan Musab Şakir Elêwî li Reqayê got ku girtina rêyan hiştiye jiyana rojane ya welatiyan bi rêjeya ji sedî 10 - 15 ji berê buhatir bibe, ew jî ji ber zêdebûna lêçûna veguhastina kelûpelan û dijwarbûna rêyên alternatîf.

Elêwî got berê welatî di 5 saetan de û bi 150 hezar lîreyan digihîştin Şamê, lê îro ew neçar in di Reqa, Dêrazor, Sexnê û Humsê re bigihîje Şamê û lêçûna vê rêyê jî zêdetir e. Elêwî wiha domand: "Ev rê damarê mirovî û xizmetguzarî ye, nabe were girtin. Tu sedemên girtina rêyên wiha tune ne."

Hevseroka Odeya Bazirganiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Eble Xelîl diyar kir ku girtina rêyan nirxên kelûpelan zêde dike û dihêle hin bazirgan keysbaziyê bikin û got: "Odeya Bazirganiyê bikaranîna gel wekî qurbanê siyasetên li ser herêmê red dike. Em banga vekirina rêyan ji bo peydakirina kel û pel û pêdiviyan bi nirxên guncaw dikin."

Ebla bang li rêxistinên mirovî kir ku di vê rewşa aborî ya xerab de barê welatiyan sivik bikin, her wiha wê bang li aliyên berpirs ên navneteweyî û xwecih kir ku vekirina rêyan wekî karekî mirovî bibînin.

Serokê Yekitiya Ajokaran a kantonê Wedah El Cirêcib got ku biryara hikumeta veguhêz a girtina rêyan hişt di nav gel de helwesteke hêrsê çêbibe û bandoreke neyinî li welatiyan kir, bi taybetî li nexweş û xwendekaran.

El Cirêcib diyar kir ku rêyên alternatîf ji ber hebûna bermahiyên şer û mayînan, metirsîdar in û bang li hikumeta veguhêz kir ku xwedî li bangên gel derkeve û rêyan veke.

(mh)

ANHA