Serokê Tevgera Karê Sivîl: Tundraw civaka Sûriyeyê bi rê ve dibe

Serokê Tevgera Karê Sivîl a Sûriyeyê parêzer Îsa Îbrahîm diyar kir ku di van demên dawîn de li dijî beş û pêkhateyên Sûriyeyê yên diyar, li ser paşxaneya olî û mezhebî, sûc û revandin zêde bûne û got, "Desthilata heyî hevbendiyeke tundraw ji komên rêxistina El Qahîde ya terorîst ku endamên wê ji tevahî dewletên cîhanê ye, pêk tê."

Serokê Tevgera Karê Sivîl: Tundraw civaka Sûriyeyê bi rê ve dibe
23 mijdar, 2025   04:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li deverên cuda yên Sûriyeyê, digel tevliheviya ewlehî û nebûna çavdêriya desthilatê, sûcên rojane berdewam dikin. Girêdayî mijarê serokê Tevgera Karê Sivîl a Sûriyeyê parêzer Îsa Îbrahîm ji ajansa me re axivî. Îbrahîm bal kişand ser sedemên binpêkirin û krîza ewlehiyê ya berdewam.

Îbrahîm diyar kir ku "Ev paşxane ya hişmendiya cîhadîst e, ji hevbendiya komên cîhadîst pêk tê, zihniyeta xwe ji rêxistina El Qahîde ya terorîst werdigirin û deshilat kontrol kiriye. Bi rêya Şamê û rola dewleta Tirk komkujî, qetilkirin û revandin, bi taybet li dijî Elewiyan hatin kirin."

Îbrahîm bal kişand ser kiryarên revandinê yên li dijî jin û mêrên Elewî û anî ziman ku "Armanc ji vê tundiyê ferzkirina desthilatê bi zorê li ser mirovan û pêkanîna ajandeyên xwecihî, herêmî û navneteweyî ye. Da ku berjewendiyên aliyên aloz li Sûriyeyê li gorî zihniyeta cîhadîst a ku van sûcên olî rewa dikin, pêk werin. Li kêlek wê jî bilindkirina van êrişan hêmanek ji hêmanên bicihanîna wan ajandeyên herêmî û navneteweyî ye."

Îbrahîm da zanîn ku gelek sedemên têkçûna ewlehiyê hene, weke pêvajoya radestkirin û desteserkirinê ya ku ji bo terorîst Ebû Mihemed El Colanî û komên cîhadîst çêbûye û avakirina vê hevbendiyê ku wê "desthilata defakto" bi erêkirina navneteweyî û herêmî hatiye avakirin û rasterast ji hêla dewleta Tirk û beşdariya Îsraîlê ve tê birêvebirin.

Di dewama axaftina xwe de Îbrahîm destnîşan kir ku armanc ew e ku bi rêya anîna tundraw, terorîst û cîhadîstên ji tevahî dewletên cîhanê Sûriye bibe navenda pêkanîna tundiya cîhanî. Li kêlek wê jî "desthilat" guhertinên demografî, îmzekirina peymanên ewlehî, aborî û siyasî bike, dewlemendiya Sûriyeyê wekî fosfotaê ku yedeka wê nêzî 3 milyar ton e, petrol û gazê, bidize.

Îbrahîm anî ziman ku "Tundrawî civaka Sûriyeyê bi rê ve dibe, bandorên xwe li ser çêdike û hewl dide nasnameya nû ya civakê çêke. Desthilta heyî ji hevbendiya tundrawî ya ku ji komên rêxistina El Qahîde ya terorîst ku endamên wê ji tevahî dewletên cîhanê weke dewletên Kendavê, Tunis, Fransa, komarên Yekitiya Sovyetê ya berê û çînê pêk tê. Divê em li tundrawiya li Sûriyeyê binêrin ku metodeke kar û pêkanîna pratîkî ya teoriya birêvebirina tundrawiyê ye û sûdgirtina ji wê li şûna çareserkirina ji bingeh de ye.

Der barê bandorên vê zihniyetê li ser civakê û siyasetê de Îbrahîm destnîşan kir ku dê ew ê modelek tundrawî di civak û siaysî de bi awayekî demokî û navîn û dibe ku dûr jî çêke Îbrahîm diyar kir ku bandora vê hişmendiyê li ser civak û siyasetê heye û got: "Ev çand di bangên ji bo cîhadê de û tekbîrên di mizgeftan de ku ji hêla desthilata defaktor li dijî herêmên Elewî û Durziyan de derketin holê. Li kêlek wê kesayetên sunnî yên ku ramanên wê ji yên cîhadîstê cuda ne hatin kuştin. Meteryal, xîtabên ragihandinê û rêveberî hatin guhertin."

Îbrahîm got ku ev tişt gelekî metirsîdar e, li ser asta Sûriye, herêm û cîhanê nikare were kontrolkirin û eger helwesta civata navneteweyî têkildarî teoriya birêvebirina terorê ji hundir de neyê guhartin êdî rewş gelek xeternak e û got: "Eger sembolên cîhadî werin rakirin jî, dîsa bermahiyên çandî û derûnî ji bo deh salan dê li herêmê û cîhanê, bi taybet li Ewropa û Amerîkayê bimînin."

Der barê gavên lezên ji bo dîsplînê werin avêtin de Îbrahîm destnîşan kir ku: "Divê hêzên siyasî yên ku ji vê nimûneya cîhadî û terorî zirar dîtine xwedî li berpirsiyariyê derkevin û koalîsyoneke xurt li hemberî vê metirsiyê ava bikin."

Parêzer da zanîn ku saziyên girêdayî desthilata defakto tiştên ji wan tên xwestin weke belavkirina krîzê, tundrawî, qetilkirin, revandin, rehînekirina siberoj û dewlemendiyên Sûriyeyê, pêk tînin û hin sazî mîna saziya dozgeriyê di van rojan de hewl dide sûcên berê kirine spî bikin.

Girêdayî rola aliyên navneteweyî Îbrahîm destnîşan kir ku civaka navneteweyî "têgeheke nayê naskirin" û anî ziman ku "Desthilata defakto ji aliyê Enqereyê ve tê birêvebirin, dewletên Kendavê jî desteka darayî û lojîstî dikin û rola Rûsya, Îsraî, Amerîka û Îranê jî heye. Her wiha wan xwedî berjewendî ne û desthilatê bi rê ve dibin."

Di dawiya axaftina xwe de Îbrahîm diyar kir ku: "Hikumeta veguhêz hewl da rewabûna navneteweyî wergire, da ku rewabûna hebûna li hundirê Sûriyeyê di aliyê civakî û siyasî de ferz bike. Hemû daxwazên van dewletan bi giştî pêk anîn. Bi zanabûn sûc û binpêkirinên xwe li dijî Elewiyan û Durziyan ji bo pevguherîna berjewendiyan kêm kirin. Bi wê re dewletên li dijî diyardeya tundiyê tê dikoşin derfetek cidî yan jî vîneke aktîv nabe li dijî wê bisekine, ji wê zêdetir her aliyek hewl dide li gorî berjewendiyên xwe wê bi rê ve bibin.

(mh/fr)