Jinwar; gundê ku jiyanê ji nû ve ava dike

Li Dirbêsiyê gundê Jinwar heye ku wek ezmûneke civakî bi tevahî ji hêla jinan ve tê birêvebirin. Li wî gundî jiyana xwe dûrî hemû şêweyên tundiyê ji nû ve ava dikin.

23 mijdar, 2025   05:25
HESEKE

Li gundê Jinwar ku li rojavayê bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ye, jiyana rojane bi hişmendî û xebata hevbeş ve girêdayî ye. Li wir, jiyaneke nû ji bo jinan li ser bingeha perwerde, çandinî, hevkarî û çareserkirina nakokiyên navxweyî tê avakirin. 

Fikra avakirina gundê Jinwar di sala 2016`an de piştî rêzecivîn û nîqaşên li ser bihêzkirina jinan derket holê. Piştre Komîteya Aborî ya Jinan gaveke pratîk avêt û erd da jinan. Di 10`ê Adara 2017`an de, kevirê yekem ê gund li ser bingeha prensîbên serxwebûn, rêxistin û xwepêşxistinê hate danîn.

Nebata hermel ku nîşana bereketê ye, sembola gund e û deriyên malan pê hatine xemilandin.

ALIYÊ RAMYARÎ YÊ EZMÛNA JINWARÊ

Rêber Abdullah Ocalan ezmûna gundê Jinwar wiha nirxand: "Li Rojava, gundekî komunal bi navê Jinwar hate damezirandin. Ezmûna Jinwar çi ye? Ew cihek e ji bo jinên ku ketine tengasiyê, ji zilm û şermezariya ku ji hêla mêran ve tê kirin westiyane û dixwazin vehesin. Ew naxwazin bibin amûrên çîrokên jinan.”

GIRÎNGIYA GUND Û ROLA WÊ YA PERWERDEYÊ

Jinwar li ser armanca bingehîn a hişyarkirina jinan û paşê jî civakê hatiye avakirin. Li Akademiya Jinwar, jin kursên li ser azadiya jinan, civaka demokratîk û pirsgirêkên jîngehê dibînin. Her wiha rojê 2 saetan perwerdeya ramyarî û semînerên li ser anatomî, jîneolojî, nasname, pirsgirêkên civakî û dîroka jinan tên dayîn.

Akademî her wiha bûye pêşangeh, li wir tabloyên ku ji hêla jinan ve ji bo Rêber Abdullah Ocalan û jinên şoreşger hatine niqişandin û hunerên destan tên nîşandan. Her wiha dersên xwendin û nivîsandinê bi erebî û kurdî têne dayîn.

PERWERDE

Di gund de Dibistana Seretayî ya Dayika Uweyş heye ku navê wê li ser navê dayika rêber Abdullah Ocalan hatiye danîn, li dibistanê ders hem bi erebî û hem jî bi kurdî tê dayîn. Xwendekarên dibistana navîn diçin dibistanên Dirbêsiyê.

JIYANA HEVBEŞ

Jinên li Jinwarê jiyaneke hevbeş didomînin, bê takekesîtî û zarokên li gund wekî zarokên hemû jinan têne hesibandin.

HEJMARA XANÎ Û MALBATAN

Li gund ji bilî akademiyê û dibistanê, 30 xanî hene. Xanî li gorî mezinahiya her malbatê têne dabeşkirin.

Berdevka gund Şêrîn Ehmed, der barê mijarê de got: "19 malbat, 12 zarok û 7 jinên ciwan ji komên etnîk ên Kurd, Ereb û yên din li Jinwarê dijîn.”

Gundî bi giranî xwe dispêrin dermanên xwezayî û ji bo vê armancê Nexweşxaneya "Şîfa Jin" hate damezirandin da ku nexweşan bi dermanên xwezayî derman bike. Gelek mêvan ji bo dermankirinê yan kirîna dermanan tên nexweşxaneyê.

Li gund her wiha hewzeke mezin a avjeniyê û avdanê jî heye. Dar û sebze li ber her malê têne çandin.

KAR Û BERHEM

Nanpêjxaneya Ashnan ji bo gund nan dipêje ku hefteyê 3 rojan li gorî hewcedariyê dixebite. Ew her meh ji hêla 2 jinan ve tê rêvebirin, 4 jinên din jî alîkariyê dikin.

Her wiha firoşgehek bi navê "Xwişka Me" heye ku hunerên destan, xwarin û vexwarin li wir ji mêvanan re têne firotin. Dahata dikanê dikeve budçeya gund.

Şêniyên gundê Jinwar xwe dispêrin çandinî û xwedîkirina sewalan. Berhemên wekî nîsk, genim, ceh û sebzeyan têne çandin, û mirîşk û pez têne xwedîkirin.

MERCÊN NIŞTECÎBÛNA LI GUND

Jinwar ne tenê cihekî jiyanê ye, lê cihekî ji bo pêşxistin û avakirina zîhniyeteke nû ye. Ji ber vê yekê, ew jinên ku dixwazin cihekî wan di vê projeyê de hebe û her wiha jinên ku di nav civakên xwe de rastî tundiyê hatine û dixwazin jiyaneke nû bê zilm û zordariyê ava bikin, berê xwe didin gund.

Kesên nû tên gund berî ku beşdarî xebatên Rêveberiya Xweser û saziyên jinan bibin, di gund de perwerdeyê dibînin û Meclisa Jinwarê pêşveçûna wan dişopîne. Jin bi rêya Kongra Star û Mala Jinan li gund tên bicihkirin.

(k)

ANHA