Hikumeta Sûdanê pêşniyarên şandeya NY’yê red kirin

Hikumeta Sûdanê pêşniyarên şandeya Lêkolînkirina Rastiyan a NY’yê ya têkildarî belavkirina hêzeke serbixwe ji bo parastina sivîlên li Sûdanê red kir.

Hikumeta Sûdanê pêşniyarên şandeya NY’yê red kirin
8 îlon 2024   15:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Lêkolînkirina Rastiyan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Sûdanê 6’ê Îlonê raporeke ji 19 rûpelan pêk tê, weşandibû. Di raporê de nêrînên 182 şahid û kesên ji şer rizgar bûne û malbatên wan hatine girtin.

Li gorî raporê: "Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn ku berpirsên êrişên li ser sivîlan in, kiryarên îşkencekirin û girtina bi darê zorê kirine."

Di raporê de ji bo parastina sivîlan banga bilez a belavkirina hêzeke serbixwe li Sûdanê hate kirin û hate gotin "Kengî şandina çekan ber bi Sûdanê ve were rawestandin, hingî dê şer bi dawî bibe."

Wezareta Karên Derve ya Sûdanê jî îro bi daxuyaniyekê bersiva şandeyê da. Di daxuyaniyê hatiye diyarkirin ku hikumeta Sûdanê pêşniyarên şandeyê bi temamî red dike. Her wiha hate gotin "Şande siyasî ye, neqanûnî ye."

Wezaretê pêşniyara şandeyê ya qedexekirina çekan li ser artêşa Sûdanê şermezar kir û diyar kir ku di raporê de nakokî hene.

(bb)