Meclisa Gelan qanûn plankirin û serjimariyê pejirand

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qanûna plankirin û serjimariyê ku ji 17 madeyan pêk tê,  pejirand.

Meclisa Gelan qanûn plankirin û serjimariyê pejirand
Meclisa Gelan qanûn plankirin û serjimariyê pejirand
Meclisa Gelan qanûn plankirin û serjimariyê pejirand
Meclisa Gelan qanûn plankirin û serjimariyê pejirand
Meclisa Gelan qanûn plankirin û serjimariyê pejirand
Meclisa Gelan qanûn plankirin û serjimariyê pejirand
Meclisa Gelan qanûn plankirin û serjimariyê pejirand
Meclisa Gelan qanûn plankirin û serjimariyê pejirand
8 îlon 2024   16:06
REQA

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya asayî ya bi hejmar 106 li avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li bajarê Reqayê li dar xist.

Endamên Desteya serokatiya Meclisa Gelan, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd , endamên Meclisa Gelan a 7 kantonan, hevserokên Desteya Rêveberiya Xwecih û Şaredariyan û hevserokatiya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan di civînê de hazir bûn.

Di civînê de pêşniya Meclisa Rêveber  ku navê Nivîsgeha Parastinê bibe Desteya Parastinê hat qebûlkirin. Îsmet Şêx Hesen wekî hevserokê Desteya Parastinê li şûna Zêdan El Asî hat hilbijrtin.

Her wiha pêşniyara ku Emîne Omer bibe endama Meclisa Gelan a Demokratîk hat qebûlkirin.

Piştî, Îsmet Şêx Hesen û Emîne Omer sond xwarin û dest bi erkên xwe kirin.

Dû wê, reşnivîsa qanûna plankirin û serjimariyê ya ji 17 madeyan pêk tê ji aliyê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk Yasir Silêman ve yeko yeko hatin xwendin, nîqaşkirin û ket dengdayîn. Piştî wê, endamên meclisê madeyên qanûnê bi giştî pejirandin. Êdî ji vê dîrokê û şûnda qanûn kete meriyetê.

(şx)