Rojnamevan Serunaz Ehmed dest bi grevê kir

Rojnamevan û Çalakvana Mafê Zarokan Serunaz Ehmed ya di girtîgeha Evînê de ku di dema Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatiye girtin, li dijî redkirina lîsansa bijîşkiyê dest bi grevê kir.

Rojnamevan Serunaz Ehmed dest bi grevê kir
8 îlon 2024   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnews’ê ya ku sipartiye Radyoya Ferda, girtiya siyasî Rojnamevan û Çalakvana Mafê Zarokan Serunaz Ehmed ya li Girtîgeha Evîn a li Tehran ya Îranê tê girtin, dest bi grevê kiriye.

Hate diyarkirin ku Serunaz ji ber destûra kontrol û çavdêriya bijîşk nehatiye dayîn, dest bi grevê kir.

Her wiha gorî heman çavkaniyê, Serunaz Ehmed dev ji dermanên fikarê (anksiyete) berdaye û xizmetên tenduristiyê yên girtîgehê red dike.

Hêjayî gotinêye ku Wergervan, Çalakvana Mafê Zarokan û Rojnamevan Serunaz Ehmed di Mijdara sala 2022’yan de li gel hevserê xwe Kamyar Fekur, di dema xwepêşandanên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibûn binçavkirin. Berê de jî bi tometa ‘propagandaya li dijî dewletê’ û ‘kombûn û komployên ji bo têkbirina ewlehiya netewî’ ji aliyê Dadgeha Şoreş a Tehranê ve 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.