Hikumeta Şamê li ser êrişên Urdinê li Sûriyeyê daxuyaniyek da

Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê têkildarî êrişên Urdinê li Sûriyeyê daxuyaniyek da û got: "Ji bo alozî çênebin, ew hewl didin vê yekê qels bikin û vehewînin."

Hikumeta Şamê li ser êrişên Urdinê li Sûriyeyê daxuyaniyek da
23 ÇILE, 2024   16:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê di daxuyaniya xwe de got: "Wezîrên karên derve û parastinê û saziyên ewlehiyê, name ji hempîşeyên xwe yên Urdinê re şandin û pêşniyar kirin ku ji bo kontrolkirina sînor, gavên pratîk bavêjin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hikumeta Şamê bi saziyên sivîl û ewlehiyê yên Urdinê re hevkar bûn, lê belê nameyên saziyên navborî şandine, heta niha bê bersiv in.

Di daxuyaniyê de hate aşkerakirin rageşiya siyasî, çapemenî û leşkerî ya di çend mehên borî de bi lihevkirina di navbera komîteyên hevbeş ên der barê hevkariya têkoşîna li dijî binpêkirinan de ne hevseng in.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Şamê de hate gotin tu rewabûn ji van êrişên leşkerî li hundirê xaka Sûriyeyê re tune ne û anî ziman ku ew hewl didin vê yekê qels bikin, da ku nakolî û alozî çênebin û bandore li têkiliyên her du welatan nekein.

(fr)