Artêşa Îsraîlê: Hêzên me Xan Yunis dorpêç kir

Artêşa Îsraîlê piştî kuştina 24 leşkerên xwe, bajarê Xan Yunis ê Xezayê dorpêç kir.

Artêşa Îsraîlê: Hêzên me Xan Yunis dorpêç kir
23 ÇILE, 2024   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê artêşa Îsraîlê îro ragihand ku di 24 saetên dawîn de bi dehan "terorîst" li Xezayê kuştine û hêzên wê bajarê Xan Yunis dorpêç kiriye ku yek ji navendên mayî yên Hemasê ye. 

Artêşa Îsraîlê ragihand ku duh li Xezayê 24 leşkerên wê hatine kuştin.

Piştî wê serokwezîrê hikumeta Îsraîlê Benjamîn Netanyahu soz da ku Îsraîl dev ji şer bernade heta ku "serkeftinê" bi dest bixe.

Netanyahu wiha domand: "Duh, hêzên artêşê operasyoneke berfireh li dar xist. Di wê operasyonê de Xan Yunis dorpêç kir ku ji bo Hemasê navendeke stratejîk e."

Netanyahu got: "Hêzên bejahî, bi piştgiriya balafiran û li gorî agahiyên îstixbaratî şer domand. Di encamê de bi dehan terorîst hatin kuştin."

(şx)