SZK û Weşanxaneya Şilêr beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Silêmaniyê bûne

SZK û Weşanxaneya Şilêr bi berhemên xwe beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Silêmaniyê ya Navneteweyî bûne.

SZK û Weşanxaneya Şilêr beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Silêmaniyê bûne
SZK û Weşanxaneya Şilêr beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Silêmaniyê bûne
SZK û Weşanxaneya Şilêr beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Silêmaniyê bûne
SZK û Weşanxaneya Şilêr beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Silêmaniyê bûne
30 mijdar, 2024   14:28
QAMIŞLO

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Weşanxaneya Şilêr ên ji Rojavayê Kurdistanê bi berhemên xwe beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Silêmaniyê ya Navneteweyî ya 6’emîn bûne. 

Li gorî agahiyên ku nûnerên her du saziyan dane, Weşanxaneya Şilêr cara 5`emîn e beşdarî pêşangehê dibe, vê salê bi zêdetirî 2 hezar pirtûkên bi zimanên kurdî û erebî beşdarî pêşangehê bûye.

SZK jî bi derdora 600 pirtûkên bi zimanê kurdî cara yekemîn e beşdarî pêşangehê bûye.

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê Pêşangeha Pirtûkan a Silêmaniyê ya Navneteweyî bi beşdariya saziyên ji 12 welatan, 9 milyon pirtûk, 40 hezar sernavên cuda û 200 navend û çapxaneyên cuda di roja sêyemîn de didome.

Pêşangeh dê heya 8`ê Kanûnê vekirî be.

Di Cotmeha îsal de SZK`ê cara yekemîn ji bo danasîna çanda kurdî bi Weşanxaneya Neqiş re, beşdarî Pêşangeha Navneteweyî ya Frankfurtê ya li Almanyayê jî bûbû.

(sb/bb)

ANHA