‛Hikumeta nû ya Sûriyeyê berdewama paşguhkirina rola jinan e’

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyekê hikumeta nû ya desthilata Şamê red kir û diyar kir ku ew hikumet berdewama siyasetên paşguhkirina jinan di jiyana siyasî de ye.

‛Hikumeta nû ya Sûriyeyê berdewama paşguhkirina rola jinan e’
30 adar, 2025   20:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûna xwe li hemberî ragihandina hikumeta nû ji aliyê desthilata Şamê ve nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev hikumet berdewama siyasetên paşguhkirinê û înkarkirina îradeya gelê Sûriyeyê ya guhartina demokratîk e û wiha hat gotin: "Ev hikumet û destûra heyî nerewa ne. Hikumeta ku armanca wê pêkanîna aramî û pêşketinê li Sûriyeyê be, divê xwe bispêre lihevkirineke niştîmanî ya giştî û bi awayekî rastîn nûnertiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê bike."

Di berdewama daxuyaniyê de bi taybetî paşguhkirina rola jinan di aliyê siyasî de hat redkirin û hat gotin ku rola jinan di hikumetê de ne li gorî rola wan a di civaka Sûriyeyê de ye û tenê bi nav ew tê de beşdar in û wiha hat gotin: "Wekheviya her du zayendan û xurtkirina rola jinan di hemû aliyan de merca sereke ya avakirina civakeke demokratîk û edalet e."

Di daxuyaniyê de banga pêkanîna diyalogeke niştîmanî ya ku hemû alî tê de beşdar bin û çareseriya siyasî bi pêş bixin hat kirin. Her wiha piştgiriya ji bo biryara Rêveberiya Xweser a redkirina biryarên desthilata Şamê hat nîşandan û ew biryar wekî gaveke girîng ji bo parastina maf û berjewendiyên gelê Sûriyeyê hat dîtin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku zextê li desthilata Şamê bike da ku bikeve pêvajoyeke siyasî ya rastîn ji bo çareserkirina Sûriyeyê. Her wiha bang li hemû hêzên niştîmanî û demokratîk hat kirin ku ji bo pêkanîna armancan xebateke hevbeş bikin û bibin yek.

(mh/fr)