Hêzên Şamê û Rûsyayê Heleb û Idlibê topbaran kirin
Hêzên hikumeta Şamê û Rûsyayê bi çekên giran gundewarên Heleb û Idlibê topbaran kirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran gelek dever li bajarê Ataribê yê Helebê yê di bin dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê de topbaran kirin.
SOHR`ê da zanîn ku top nêzî nuqteyeke dewleta Tirk a dagirker a bi navê "dibistana şerqiye" tê naskirin, ketine.
Hate zanîn ku hêzên hikumeta Şamê gundên Qesir û Kefer Eme yên rojavayê Helebê yên dagirkirî jî topbaran kirin, lê ti agahî der barê windahiyan de nehatin parvekirin.
Li gorî SOHR, balafirên şer ên Rûsyayê jî ji duh ve 38 caran gundewarên Idlibê û Laziqiyeyê bombebaran kirin.
SOHR`ê, hejmar û herêmên ku ji aliyê balafirên Rûsyayê ve hatine bombebarankirin wisa rêz kirin; 5 êriş li rojavayê Idlibê, 5 êriş li daristana Besnqol a Idlibê, 4 êriş li daristana Batenta, 4 êriş li rojavayê Merêt Misrîn li nêzî herêma El Şêx Behir, 4 êriş li dora El Kenda, 2 êriş li gundê Şêx Sindiyan, êrişek li ser gundê Merend, 3 êriş li girên Kebîne yên bakurê Laziqiyeyê.
(şx)