357 roj e Silêman Ehmed ji aliyê PDKˈê ve girtî ye

357 roj e rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve girtî ye. 29’ê Tîrmehê PDK’ê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birî.

357 roj e Silêman Ehmed ji aliyê PDKˈê ve girtî ye
15 cotmeh, 2024   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê beşa erebî yê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Silêman Ehmed 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêşxabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê pê re bikin.

3ˈyê Hezîranê Dadgeha Sûc a Yek a Duhokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya Silêman Ehmed wek 30’ê Hezîrana îsal diyar kir. Lê dadgehê bi hinceta dadwer ne amade ye û asayîşê kel û pelên rojnamevaniyê neşandine, danişîn ji bo 29’ê Tîrmehê taloq kir. Di 29’ê Tîrmehê de Dadgeha Dihokê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birî. Silêman Ehmed 357 roj e di girtîgeha PDK’ê de tê girtin.

Herî dawî parêzerên Silêman Ehmed îtîraz li biryarê kir û dosyaya Silêman Ehmed radestî Dadgeha Temyîzê kir da ku biryara dawî bide.