Gundekî Minbicê hat topbarankirin: Efserekî Şamê hat kuştin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên  Minbicê topbaran kirin. Di topbaranê de efserekî hêzên Şamê hat kuştin.

Gundekî Minbicê hat topbarankirin: Efserekî Şamê hat kuştin
15 cotmeh, 2024   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinêya Meclisa Leşkerî ya Minbicê  bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ereb Hesen ê dikeve bakurê rojavayê kantona Minbicê topbaran kir. Li gorî daxuyaniyê heya niha 17 topên hawnan û 10 roketên gran li gund ketine.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa Tirk û çeteyên wê nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gund kirin hedef. Di encamê de serbazekî hêzên Şamê hat kuştin û birîndar jî çêbûne.

(bb)