Hêzên Rûsyayê bajarokekî din ê Ukraynayê kontrol kir

Hêzên Rûsyayê bajarokekî nû yê herêma Donetsk a rojhilatê Ukraynayê kontrol kir.

Hêzên Rûsyayê bajarokekî din ê Ukraynayê kontrol kir
19 îlon, 2024   15:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku yekîneyên wan ên Koma Hêzên Başûr bajarokê Georgievka yê herêma Donetsk a li rojhilatê Ukraynayê kontrol kiriye.

Wezaretê her wiha da zanîn ku hêzên wê li navenda sereke ya radyoya taybet a Rêveberiya Giştî ya Îstixbarata artêşa Ukraynayê û armancên girîng ên binesaziya balafirgeha Ukraynayê xistiye.

(bb)