Çeteyan êrişî xwepêşandêran kir: Birîndar hene

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê êriş bi ser xwepêşandêrên li dijî siyasetên dagirkeran rabûbûn û gelek xwepêşandêr birîndar kirin û 18 kes jî revandin.

Çeteyan êrişî xwepêşandêran kir: Birîndar hene
19 îlon, 2024   15:01
HELEB
MIHEMED EBDO

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane ajansa me, li bajarê Efrînê xwepêşandanek li dijî dagirkeriyê hat lidarxistin. Çavkaniyan diyar kir ku xwepêşandêran daxwaza serbestberdana kesên ji aliyê MÎT’ê û çeteyan ve hate revandin, kir û sûcên çete û artêşa Tirk şermezar kirin.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" li Kolana Vêlat a naverasta bajarê Efrînê bi daran û gazên rondikrêj êrişî xwepêşandêran kir û bi dehan kes birîndar kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn û Sûriyeyê ragihand ku çeteyan piştî xwepêşandêr ji hev belav kirin , li benda kontrolê ya Kefer Cenê 18 xwepêşandêr revandin.

(bb)