Ji Partiya Sûriyeya Pêşerojê panela ‘Xurtkirina eniya hundirîn’

Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Tebqayê bi sernavê "Xurtkirina eniya hundirîn û yekitiya civakê" paelek li dar xist û îşaret bi xwedîderketina gel a li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate kirin.

Ji Partiya Sûriyeya Pêşerojê panela ‘Xurtkirina eniya hundirîn’
Ji Partiya Sûriyeya Pêşerojê panela ‘Xurtkirina eniya hundirîn’
Ji Partiya Sûriyeya Pêşerojê panela ‘Xurtkirina eniya hundirîn’
Ji Partiya Sûriyeya Pêşerojê panela ‘Xurtkirina eniya hundirîn’
Ji Partiya Sûriyeya Pêşerojê panela ‘Xurtkirina eniya hundirîn’
Ji Partiya Sûriyeya Pêşerojê panela ‘Xurtkirina eniya hundirîn’
Ji Partiya Sûriyeya Pêşerojê panela ‘Xurtkirina eniya hundirîn’
Ji Partiya Sûriyeya Pêşerojê panela ‘Xurtkirina eniya hundirîn’
19 îlon, 2024   15:40
TEBQA

Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Kantona Tebqayê panelek bi sernavê "Xurtkirina eniya hundirîn û yekitiya civakê" li dar xist.

Panel bi amadebûna bi dehan şêniyan li hola partiyê ya li bajarê Tebqayê hat lidarxistin.

Di panelê de endamê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Kantona Tebqayê Abdullah El Mebrûk li ser girîngiya xurtkirina eniya hundirîn a li gorî paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan axivî û got: "Xurtkirina eniya hundirîn bi rêya hevgirtina pêkhateyan, yekbûyîna nêrînên siyasî yên vê eniyê ya li hemberî gef û êrişên li ser herêmê pêkan e."

Endamê meclisa partiyê Yasir El Kurdî jî bal kişand ser sedemên binkeftina eniya hundirîn û got: “Xwespartina li hêzên derve û nebûna nêrîneke zelal an projeyeke nîştimanî sedema têkçûyîna eniya hundirîn e. Mînaka vê yekê muxalefeta Sûriyeyê ye ku xwe xistiye hembêza dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê ye ku li gorî guhertinên heyî yên li herêmê tev nagere."

Beşdaran jî girîngiya kombûna gel a li dora Rêveberiya Xweseriya Demokratîk vegot û destnîşan kir ku ev kombûn bû sedema xurtkirina eniya hundir. Beşdaran got li dijî gef û êrişên li ser herêmê divê enî were xurtkirin.

(bb)

ANHA