Hêzên leşkerî ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vedikişin

Di çarçoveya benda 6’an a peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê de, hêzên leşkerî tevî çekên xwe ji her du taxan vedikişin.

Hêzên leşkerî ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vedikişin
Hêzên leşkerî ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vedikişin
Hêzên leşkerî ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vedikişin
Hêzên leşkerî ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vedikişin
Hêzên leşkerî ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vedikişin
Hêzên leşkerî ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vedikişin
Hêzên leşkerî ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vedikişin
Hêzên leşkerî ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vedikişin
4 nîsan, 2025   14:45
HELEB

Di çarçoveya benda 6’an a peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê de, hêzên leşkerî niha tevî çekên xwe ji her du taxan vedikişin.

1’ê Nîsanê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê li ser rewşa her du taxan peymanek ji 14 bendan îmze kiribû.

Di çarçoveya peymanê de duh (Pêncşem) benda serbestberdana girtiyên her du aliyan pêk hat û 146 dîlgirtiyên Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û 97 kesên girêdayî desthilata Şamê hatin berdan.

YPJ û YPJ’ê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku dê ji taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê vedikişin û mîsyona parastina her du taxan radestî Asayîşê dikin.

(bb)

ANHA