Çalakiyên bi boneya 4’ê Nîsanê dewam dikin

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 4’ê Nîsanê dar hatin çandin û daxuyanî hatin dayîn.

4 nîsan, 2025   14:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin.

QAMIŞLO

Bi pêşengiya Kongra Star şêniyên bajarê Qamişlo, endamên Meclisa Bajarê Qamişlo, Meclisa Malbatên Şehîdan û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya 4`ê Nîsanê li Baxçeyê Rêber Abdullah Ocalan a li taxa Hilêliyê dar çandin.

Beriya çandina daran hevseroka Şaredariya Gel a Qamişloyê Bêrîvan Umer axivî û da zanîn ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêkên gelan çareserî ye. Bêrîvan diyar kir ku ji dema derketina peyamên Rêbertî ve gel bi geşbûnekê rêya têkoşîna ji bo bidestxistina azadiyê didomînin û got: “Em bi çandina daran diyariya herî girîng pêşkêşî Rêbertî dikin û pê re jî hêviyên nû diçînin. Parastina hawirdorê beşeke felsefeya Rêbertî ye.”

Bêrîvan Umer bal kişand ser 4`ê Nîsanê roja damezirandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî û wiha got: “Ya ku karîbû şoreşê biparêze YPJ`ê bû û ew hişt ku şoreşa me deng vede û bibe mînak li hemû deverên cîhanê.”

Piştre şêniyan li gorî temenê Rêber Abdullah Ocalan, 76 darên cur bi cur li baxçe çandin.

TIRBESPIYÊ

 Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi boneya 4’ê Nîsanê li Tirbespiyê daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan bi beşdarbûna Dayîkên Aştiyê û hevjînên Şehîdan, ji hêla rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê Xerma Elî bi zimanê erebî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi armanca têkbirina îradeya gelan zêdetirî 27 sal e Rêber Abdullah Ocalan li zindana Îmralî girtî ye û sîstema îşkencê û qirkirinê li ser wî berdewam e.

Daxuyaniyê wiha dom kir: “Tevî ku Rêber Abdullah Ocalan bangên aştiyê kiribû, lê hîna jî dewleta Tirk a dagirker tu mafên wî nedane. Em bawer in ku ev banga aştiyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan kiriye wê bibe pêvajoyeke mezin û aştiyê li Rojhilata Navîn bîne."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku malbatên şehîdan dê heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin. Bang li rêxstinên hiqûqî yên navneteweyî jî hat kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku Rêber Abdullah Ocalan were azadkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li malbatên şehîdan û tevahiya gelên Kurdistanê hat pîrozkirin.

HESEKÊ

Yekîneyên Parastina Jin (PYJ) bi boneya rojbûna 76’an a Rêber Abdullah Ocalan û salvegera 12’an a damezirandina xwe şahiyek li bajarê Hesekê li dar xist.

Şahî bi amadebûna bi dehan malbatên şehîdan, şêniyên Hesekê, şervanên YPJ, QSD û YPG’ê hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin beşdaran li hola şahiyê dar çandin. Li ber stranên şoregerî jî dar hatin çandin.

HOL

Meclisa Leşkerî ya Holê jî bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan şahiyek li dar xist. Bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser, şervan û fermandarên hêzên leşkerî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre rêveberê nivîsgeha leşkerî ya Kampa Holê Delîl Hesekê axivî. Delîl Hesekê 4’ê Nîsanê li tevahiya gelên têkoşer pîroz kir, şehîdên azadiyê bi bîr anîn û şervanên li sengerên berxwedanê jî silav kir.

Hevserokê nivîsgeha PYD’ê ya bajarê Holê Emar Mûsa jî anî ziman ku 4’ê Nîsanê rojbûna berxwedan û lehengiyê ye û rojbûna rakirina zilm û zordestiyê ye.

Emar Mûsa 4’ê Nîsanê li Rêber Abdullah Ocalan û gelên azadîxwaz pîroz kir û got, rojbûna Rêber Abdullah Ocalan rojbûna gelê Kurd û tevahiya gelên Rojhilata Navîn û rojbûna azadî û berxwedanê ye.

Piştî axaftinan govend hat gerandin.

(bb)

ANHA