Hêzên Îsraîlî têlên rêsayî li nav herêma tampon a li Quneytîrayê danîn

Hêzên Îsraîlê têlên rêsayî li nav herêma tampon a li Quneytrayê danîn û li Cebata El Xeşebê xaleke kontrolê danî.

Hêzên Îsraîlî têlên rêsayî li nav herêma tampon a li Quneytîrayê danîn
11 gulan, 2026   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî yên li Quneytîrayê ragihand ku hêzên artêşa Îsraîla îro têlên rêsayî li nav herêma tampon a li rojavayê gundê El Eşa li gundewarên Quneytrayê danîne.

Her wiha hêzên Îsraîlê li ber deriyê bajarokê Cebata El Xeşebê xaleke kontrolê ya leşkerî danî ku bi qasî 20 leşker û çend wesayîtên leşkerî tê de ne.

Çavkaniyan diyar kir ku heta niha tu ziyan çênebûne, lê tevgerên leşkerî di nava şêniyan de tirs çêkiriye.

 (k)