Şehîd Mizgîn li Til Temirê hat bibîranîn

Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê di salvegera 34`emîn a şehadeta wê de hunermend Mizgîn bi bîr anî.

11 gulan, 2026   13:37
HESEKÊ

Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê îro merasîmek ji bo salvegera 34`emîn a şehadeta hunermend Gurbet Aydin (Mizgîn) li dar xist. Bi dehan endamên rêxistinên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û şêniyên bajêr beşdar bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre sînevizyoa der barê jiyana şehîd Mizgîn û rola wê di hunera kurdî de hate pêşandan.

Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Mihemed Seîd El Ehmed axivî û diyar kir ku hunermend Mizgîn mîrateya çandî û hunerî parast. El Ehmed destnîşan kir ku hunermend Mizgîn bi berhemên xwe yên ku bi mijarên neteweyî û mirovî dihatin naskirin, şopeke girîng li ser qada hunera Kurdî hişt.

Di dawiya merasîmê de Koma Şoreş ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya li Til Temirê stranên şoreşgerî û gelêrî pêşkêş kirin.

(k)