Mamosteyan rakirina zimanê kurdî ji tabelaya Koşka Dadê şermezar kir

Mamoste û xwendekarên zimanê Kurdî li Hesekê rakirina zimanê kurdî ji tabelaya Koşka Dadê şermezar kir.

11 gulan, 2026   14:34
HESEKÊ

Mamoste û xwendekarên zimanê kurdî li ber Koşka Edaletê ya Hesekê çalakiyek li dar xist û rakirina zimanê kurdî ji tabelaya Koşka Dadê şermezar kir.

Bi dehan mamoste û xwendekar beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê daxuyaniyek ji hêla mamosteya zimanê kurdî Jînda Ehmed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Li ser navê hemû mamosteyên zimanê kurdî yên Rojava, em li dijî hemû hewldanên ji bo jêbirina zimanê kurdî ne. Mafê her kesî heye ku li welatê xwe bi zimanê xwe yê dayikê biaxive û bixwîne û em hemû polîtîkayên ku armanc dikin zimanê kurdî tepeser bikin an jî tune bikin, şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de hat gotin zimanê kurdî ji bo gelê Kurd xeta sor e, dîrok û hebûna Kurdan e. Her wiha hat gotin ku rêzgirtina ji bo zimanê kurdî mafekî hemû Kurdan e û her êrişek li ser zimanê kurdî nayê qebûlkirin.

(k)