Îlham Ehmed, Mazlûm Ebdî û Fûad Hisên li Mûnîhê civiyan

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bi wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Hisên re hevdîtin kir.

Îlham Ehmed, Mazlûm Ebdî û Fûad Hisên li Mûnîhê civiyan
15 sibat, 2026   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, di çarçoveya beşdariyê di Konfiransa Mûnîhê de, bi wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Hisên re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê, siberoja proseya siyasî, girîngiya parastina destkeftiyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha dosyayên têkoşîna li dijî terorê û pêşxistina istiqrara herêmê nîqaş kirin.

Di hevdîtinê de her wiha girîngiya çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê, parastina yekparbûna xaka Sûriyeyê, mîsogerkirina mafên hemû pêkhateyan di çarçoveyeke demokratîk de û parastina taybetmendiyên herêmên Kurdan hatin gotûbêjkirin.

(bb)