Hêzên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê lêgerîn kirin

Hêzên Îsraîlê, derbasî gundên gundewarê Quneytrayê li başûrê Sûriyeyê bûn, li cihên leşkerî lêgerîn kirinû rêwiyên sivîl rawestadin.

Hêzên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê lêgerîn kirin
28 cotmeh, 2025   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên dereng ên şeva Duşemê de, hêzek leşkerî ya Îsraîlê ket navenda baregeheke parastina hewayî ya girêdayî hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li gundê El Kûm li gundewarê Quneytrayê.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê SOHR`ê, di derma derbasbûnê de, hêzên Îsraîlê li baregeha leşkerî lêgerîn pêk anî û paşê vekişîn vekişin. Her wiha wan li ser rêya Kom Muhayres û Xan Arnabê xalek kontrolê danîn û li ser rêwiyên sivîl lêgerîn kirin.

(k)