Hêzên Îsraîlê ciwanek binçav kir û bendên axî çêkirin

Hêzên Îsraîlê li gundê Resim El Rewadî yê Quneytrayê ciwanek binçav kir û li gundekî din satirên axê çêkirin.

Hêzên Îsraîlê ciwanek binçav kir û bendên axî çêkirin
19 cotmeh, 2026   23:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê li benda kontrolê ya nêzî çerxerêya Elem ê gundê Resim El Rewadî yê Quneytrayê ciwanek binçav kir. Agahiyên der barê sedema binçavkirin û aqûbeta wî de nehatin zanîn.

Li aliyekî din jî hate ragihandin ku hêzek Îsraîlê ket gundê Semedaniyê û li nêzî dibistana gund bendek demkî danî. Piştî demek kurt ji gund vekişiya.

Hate zanîn ku hêzeke din satirên axî di navbera gundên Terencê û Hederê de yên bakurê Quneytrayê çêkir. Li gorî hin agahiyan dê nuqteyeke leşkerî li nêzî girê El Hemriyê ava bikin.

Dewriyeyek din ber bi Burc El Zîraa ya derdora girê Derbilê ya herêma Cebel El Şêx ya gundewarên rojava yên Şamê ve bi rê ket. Di heman demê de balafirên keşfê li Şam, Dera û Siwêdayê geriyan.

(bb)