Di şerê Rûsya û Ukraynayê de 6 kes hatin kuştin

Di encama şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de 6 kes hatin kuştin.

Di şerê Rûsya û Ukraynayê de 6 kes hatin kuştin
19 cotmeh, 2026   22:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê Xarkîvê Oleg Senegubov got, dronên Rûsyayê parka navendî ya bajarê Nova Vodolaga bombebaran kir, di encamê de zarokek û du kesên din hatin kuştin.

Berpirsê herêma Luhanskê yê ji aliyê Rûsyayê ve hatî tayînkirin Leonid Pasichnik jî ragihand ku di êrişeke Ukraynayê ya li dijî wesayîtek veguhestina cenazeyan de 3 kes hatin kuştin.

(bb)