Hêzên hikumetê astengiyên li dijî xelkê Şêxmeqsûdê zêdetir kirin

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên ku li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bendên kontrolê danîne, astengiyên li dijî welatiyan girantir kirine. Endamên li ser bendan heta çenteyên dibistanê yên zarokan jî kontrol kirin.

Hêzên hikumetê astengiyên li dijî xelkê Şêxmeqsûdê zêdetir kirin
Hêzên hikumetê astengiyên li dijî xelkê Şêxmeqsûdê zêdetir kirin
Hêzên hikumetê astengiyên li dijî xelkê Şêxmeqsûdê zêdetir kirin
Hêzên hikumetê astengiyên li dijî xelkê Şêxmeqsûdê zêdetir kirin
Hêzên hikumetê astengiyên li dijî xelkê Şêxmeqsûdê zêdetir kirin
Hêzên hikumetê astengiyên li dijî xelkê Şêxmeqsûdê zêdetir kirin
Hêzên hikumetê astengiyên li dijî xelkê Şêxmeqsûdê zêdetir kirin
Hêzên hikumetê astengiyên li dijî xelkê Şêxmeqsûdê zêdetir kirin
15 cotmeh, 2025   18:03
HELEB

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê girtina 2 rêyên sereke yên ber bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê v e didomîne û rê nade sotemenî derbasî her du taxan bibe. Endamên hêzên hikumetê yên li ser bendên kontrolê heta çenteyên dibistanê yên zarokan jî kontrol dikin.

Di 6ˊê Cotmeha 2025ˊan de hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir. Ev bûyer, piştî ku hêzên hikumetê veguhêz tevahî rêyên ber bi her du taxan ve girtin pêk hat. Şêniyên her du taxan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva wan êrişan da. Dûre şandeyek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hikumeta veguhêz hevdîtin kir. Di hevdîtinê de li ser agirbestê û vekirina rêyan lihevkirin çêbûbû.

Lê hîna rêya deriyê Cizîrê û Telit Eşrefiyê girtî ne, li kêlek wê jî rêya Dêr Hafir-Helebê jî girtî ye.

Çavkaniyekî ji Meclisa Giştî ya herdu taxan ji ajansa me re diyar kir ku ji ber girtina rêyan û qedexeya derbasbûna sotemeniyê ji bo herdu taxan egera pêkhatina krîzên mezin zêde bûye.

Welatiyekî nexwest navê xwe aşkera bike, ji ajansa me re got  dema ew û zarokê xwe yê 7 salî di derêyê pêpelûka(derec) Eşrefiyê re derbas dibû, ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve yên ku rêbendên xwe yên kontrolê li wir danîne, hate sekinandin.

Welatî anî ziman ku endamên li ser bendên kontrolê telefona wî vekir û înternet bi telefonê ve girê da da ku bikarin peyaman bixwînin.

Welatî gotibû: "Heval û xizmên min li Qamişlo û Kobanê hene, min navên wan bi navê bajarê ku ew lê dimînin ve tomar kirine. Dema ku wan ew nav dîtin gotin ku ˋeger bi rastî tu leşker bî em ê te bikujin' min jî got ez sivîl im û pêdiviyên dibistanê ji zarokê xwe re dikirim."

Welatî diyar kir ku endamên benda kontrolê çenteyê zarokê wî vekir û vala kir.

Li gorî çavkaniyan, ev bendên li derdora herdu taxan girêdayî Firqeya 60'an, Firqeya 72'yan û Firqeya 76'an ên Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ne.

(mh)

ANHA