28 malbatên li kampa Mehmûdlî ber bi hundirê Sûriyeyê ve hatin rêkirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Komîseriya Bilind a Penaberan a NYˊyê koma 3ˊyan a niştecihên kampa Mehmûdlî ya kantona Tebqayê ber bi herêmên wan ên li hundirê Sûriyeyê ve bi rê kir.

15 cotmeh, 2025   17:41
TEBQA

Di çarçoveya xebatên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên ji bo hêsankirina vegera dilxwazî ya niştecihan de û bi hevkariya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), koma 3ˊyan a niştecihên kampa Mehmûdlî ya li kantona Tebqayê ber bi herêmên wan ên li hundirê Sûriyeyê ve hatin rêkirin.

Karwan ji 28 malbatan, bi tevahî 133 kes bûn pêk tê. Niştcih bi 12 erebe û 24 kamyonên ji bo tiştên wan derketin. Ev karwan ber bi deverên gundewarên Dêrazorê, Hums, Hema, Heleb, Tedmur û Derayê hatin rêkirin.

Girêdayî mijarê, hevserokê kampa Mehmûdlî li kantona Tebqayê Ebdurehîm El Wawî diyar kir ku di çarçoveya rêwîtiyên vegera dilxwazî ​​de, 28 malbatên ku ji 133 kesan pêk tê, ber bi herêmên wan ên li hundirê Sûriyeyê ve hatin rêkirin.

El Wawî berê jî 2 karwan ji kampê ber bi herêmên wan ve hatin şandin; karewanek ji 10 malbatan pêk dihat, di 26ˊê Tebaxê de, bi 10 erebe û kamyonan, karwana 2ˊyan di 16ˊê Îlonê de ku ji 15 malbatan pêk dihat, bi 6 erebe û 14 kamyonan pêk dihat ber bi herêmên wan ve hatibûn rêkirin.

El Wawî, piştî rêwîtiya 3ˊyan, li kampê hezar û 62 malbat dimînin û hîna kesên dixwazin vegerin navên xwe qeyd dikin.

Kampa Mehmûdlî li bakurê bajarê Tebqayê ye, di kampê de koçberên ji gundewarên Hums, Hema, Heleb û Dêrazorê hene. Li gorî daneyên rêveberiyê, ji eslê hezar û 368 malbatan niha tenê hezar û 62 malbat li kampê mane. Ew malbat li ser hezar û 543 konan belav in.

(ac/fr)

ANHA