Hêzên hikumeta Şamê li Siweydayê kesek kuşt

Li Siweydayê hêzên hikumeta Şamê bi guleyan êrişî xwepêşandêran kir û di encamê de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

Hêzên hikumeta Şamê li Siweydayê kesek kuşt
Hêzên hikumeta Şamê li Siweydayê kesek kuşt
Hêzên hikumeta Şamê li Siweydayê kesek kuşt
Hêzên hikumeta Şamê li Siweydayê kesek kuşt
28 sibat, 2024   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Dema xwepêşandêran hewl dida bikevin navendên lihevhatinê yên li Hola 7`ê Nîsanê ya li bajêr, hêzên hikumeta Şamê gule lê reşandin. Di encamê de xwepêşandêrek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li gorî malpera Siweyda 24 kesê bi navê Cewad Tewfîq Barûkî (52) û Welîd El Cewherî birîndar bûne û dûre Barûkî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî heman malperê, bi dehan şêniyên Siweydayê ji bo şermezarkirina lihevhatinan, li nêzî Hola 7`ê Nîsanê ya ku navenda lihevhatinê tê de hatiye vekirin, kom bûn. Lê belê hêzên hikumeta Şamê yên li avahiyê gule avêtin xwepêşandêran. Dûre xwepêşandêr ketin avahiyê.

Di heman çarçoveyê de, xwepêşandêrên ketin şaxê Partiya Baas a Xerbiye ku li rojhilatê qada Tişrîn a Siweydayê ye û raporên ewlehiyê û sembolên hikumeta Şamê avêtin derveyî avahiyê.

(şx)