`Divê jin bibin yek`

Jinan di çalakiyên 8`ê Adarê de ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine lidarxistin, bang li tevahî jinan kir ku li hember zîhniyeta baviksalar û şerê qirkirinê bibin yek.

`Divê jin bibin yek`
`Divê jin bibin yek`
`Divê jin bibin yek`
`Divê jin bibin yek`
`Divê jin bibin yek`
`Divê jin bibin yek`
`Divê jin bibin yek`
`Divê jin bibin yek`
`Divê jin bibin yek`
`Divê jin bibin yek`
`Divê jin bibin yek`
`Divê jin bibin yek`
`Divê jin bibin yek`
`Divê jin bibin yek`
28 sibat, 2024   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên 8`ê Adarê yên ku Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 24`ê Sibatê bi dirûşma "Bi vîna jina azad em siyasetên qirkirinê, dagirkirinê û tecrîdê bi dawî bikin" dest pê kirine, Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civînek ji şêniyên navçeya Zirgan a kantona Cizîrê re li dar xist. Her wiha Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya semînerek di heman çarçoveyê de da.

Civîna li Zirganê li dibistana gundê Şor Xerbî bi beşdariya bi dehan şêniyên navçeyê, endamên sazî û meclisên Zirganê hate lidarxistin. Di civînê de endama Meclisa Giştî ya PYD`yê Ahîn Elî 8`ê Adarê li haziran pîroz kir.

Ahîn diyar kir ku 8`ê Adarê, roja mezinkirina têkoşînê di oxira azadiya jinan û civakê de ye û bang li tevahî jinan kir ku li hemberî şerê qirkirinê bibin yek.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya li hola Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xwseriya Demokratîk a kantona Tebqayê semînerek da. Di semînerê de nûnerên Rêveberiya Xweser, deste û meclisên girêdayî wê, hazir bûn.

Di semînerê de endama rêveberiya kombûnê, Semîre Hebeş diyar kir ku di encama têkoşîna jinan li dijî zordestiyê de 8`ê Adarê wek roja jinan a cîhanê hate diyarkirin.

Semîre destnîşan kir ku divê têkoşîna jinan ne di rojekê de sînordar bibe lê belê divê her roj jin tê bikoşe û îro ji her demê bêtir ji bo ku mafên xwe bi dest bixe li ber xwe bidin.

Dûre, beşeke nameya Rêber Abdullah Ocalan a bi boneya 8`ê Adarê sala 2002 ji girtîgeha Îmraliyê ji jinan re şandiye, hate xwendin.

(şx)

ANHA

TEBQA

ZIRGAN