Wezîrên karên derve yên Ermenî û Azerî li Berlînê hev civiyan

Wezîrên Karên Derve yên Ermenistan û Azerbaycanê piştî dagirkirina Qerebaxê, ji bo ‘aştiyê’, li Berlînê li hev civiyan.

Wezîrên karên derve yên Ermenî û Azerî li Berlînê hev civiyan
28 sibat, 2024   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hevdîtinên aştiyê bi navbeynkariya Almanyayê wê heta roja Pêncşemê bidome. Hevdîtin li avahiya dîplomatîk a Almayya Vîlla Borsîg ku li taxên derveyî Berlînê ye, pêk tên.

Wezîrên karên derve yên Ermenî û Azerî Ararat Mîrzoyan û Ceyhûn Bayramov wê ji aliyê hemrayedarên xwe ya Alman Annalena Baerbock ve bên pêşwazîkirin.

Baerbock wê bi her du wezîran re hevdîtina du kesî pêk bîne û piştre wê civîneke sê alî bê lidarxistin.

17’ê Sibatê li Munîhê di navbera Serokwezîrê Ermenistan Nîkol Paşînyan û Serokkomarê Azerbaycan Îlham Alîyev de hevdîtinek hatibû kirin. Di wê hevdîtinê de biryara vê civînê hatibû dayîn.

Ji bo kontrola herêma Qerebaxa Çiyayî di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de di sala 1990 û 2020’an de du caran şer qewimî. Herî dawî di Îlona 2023’yan de Azerbaycan bi operasyonekê tevahiya Qerebaxê dagir kir.

Qasî çend mehan bi armanca peymaneke aştiyê di bin sîwana Rûsya, Yekîtiya Ewropa û Dewletên Yekîtiya Emerîkayê de çend tur muzakere hatin kirin, lê heta niha encamek jê nehatiye wergirtin.

Li herêmên li ser sînor bê navber şer diqewime. Piştî dagirkirina Qerebaxa Çiyayî nêzî 100 hezar Ermenî ji herêmê reviyan û çûn Ermenistanê.