Hêzên Ewlekarya Hundirîn li Helebê der barê êrişa Şêx Meqsûdê daxuyanî da

Hêzên Ewlekarya Hundirîn li Helebê ragihand ku bendeke wan a kontrolê li derdora çerxerêya El Şîhan rastî êrişa komên çekdar ên hikumeta veguêz hat, wan jî di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiv dan.

Hêzên Ewlekarya Hundirîn li Helebê der barê êrişa Şêx Meqsûdê daxuyanî da
26 kanûn, 2025   23:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê  êrişî xalên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li çerxerêya El Şîhan a li taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku çekdaran du roketên RPG7 avêtin benda kontrolê û hêzên wan jî di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiv dan.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê diyar kir ku hêzên wan bi awayekî xweragirî tevgeriyan û ew ji bo arîşe zêde nebe bi aliyên têkildar re ketine nava têkiliyan.

(k)