Çekdarên hikumeta veguhêz tank û çekên giran anîn derdora Şêx Meqsûd

Komên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê tank û çekên giran anîn derdore taxa Şêx Meqsûd a Helebê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn got ku hêzên hikûmetê berpiryarê her rewşeke aloz in.

Çekdarên hikumeta veguhêz tank û çekên giran anîn derdora Şêx Meqsûd
27 kanûn, 2025   00:21
HELEB

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê ragihand ku komên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê tang û çekên giran anîn derdore taxa Şêx Meqsûd a Helebê.

Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê vê êvarê êrişî xalên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li çerxerêya El Şîhan a li taxa Şêx Meqsûd kirin.  

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku hêzên hikûmetê berpiryarê her rewşeke aloz in.

(k)