Bi dîmen kehrebe bi temamî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye qut bû

Ji berdewamkirina dorpêça hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re ku nahêle sotemenî û madeyên bingehîn derbas bibin, kehrebe bi temamî qut bûye.

Bi dîmen kehrebe bi temamî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye qut bû
Bi dîmen kehrebe bi temamî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye qut bû
Bi dîmen kehrebe bi temamî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye qut bû
Bi dîmen kehrebe bi temamî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye qut bû
Bi dîmen kehrebe bi temamî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye qut bû
Bi dîmen kehrebe bi temamî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye qut bû
Bi dîmen kehrebe bi temamî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye qut bû
Bi dîmen kehrebe bi temamî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye qut bû
Bi dîmen kehrebe bi temamî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye qut bû
18 kanûn, 2023   22:04
HELEB

Di encama dorpêça hikumeta Şamê de, vê êvarê şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, di tariyê de ne ji ber ku kehrebe bi temamî qut bûye. 

Jeneratorên li her du taxan, ji ber nebûna sotemeniyê nema dixebitin.

Li gor Şaredariya Gel a her du taxan, destnîşan kirin ku sedema sereke ya qutbûna kehrebeyê, di encama berdewamkirina dorpêça hikumeta Şamê de ku bû sedem sotemenî di depoyên şaredariyê de nemîne. Êdî nikarin sotemeniya pêwîst ji bo xebitandina jeneratoran peyda bike.

Ji dîmenên li her du taxan hatine kişandin xuya dibe çawa şênî di nav tariyê de ne.

Dorpêç û girankirina wê hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

(şx)

ANHA