Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê bersiva êrişekê da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bendeke kontirolê li Dêrazorê bersiva êrişeke çekdarî da. Di encama bersivdayînê de êrişkar reviyan bêyî ku zirar li endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bibe.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê bersiva êrişekê da
1 tebax, 2025   18:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn eşkere kir ku roja Înê saet 2:00 nîvro, çekdaran bi motorsîkletê li bajarokê Hewayic Dîban yê gundewarê Dêrazorê êrişî bendeke kontrolê kirin.

Li gorî daxuyaniyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser bersivka êrişê dan, êrişkar neçar man ku birevin bê ku zirar bigihên endamên Ewlekariyê.

Hêzên Ewlekara Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de teqez kir ku ev hewildanên tirsonek wê nehêle ew dev ji karên xwe berdin û  ew ê her berpirsiyara xwe ya ewlehî û aramiyê pêk bînin.

(ac)

ANHA