Hêzên Hikûmeta Veguhêz êrişî hunermand kir

Komên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê li bajarê Babê yê gundewarê Helebê  hunermendek işkence kirin, li gundewarê Humsê jî alavên mûzîkê yên du  hunermendên kurd şikandin.

Hêzên Hikûmeta Veguhêz êrişî hunermand kir
1 tebax, 2025   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên di bin desthilatdariya Himkûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de hunermend rastî astengkirin, girtin, lêdan û işkendiyê tên.

Komeme çekdar ên girêdayî hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê, li bajarê Babê êrişî hunermendê bi navê Umer Xeyrî kirin. Umer Xeyrî ku li dawetekê distrand rastî êrişê hat. Endamê koma çekdar bi hênceta ku stran heram in, pora yê hunermend kur kirin, nivîs li ser rûyê wî nivîsîn û ew neçar kirin ku stranan Ii desthilata Şamê bêje.

Li bendeke kontrolê yê li ser rêya Humisê û Lubanê jî çekdarên hikûmetê hunermendên kurd Welat û Mistefra Hecî Nasir dema ku ji Bêrûtê vedigeriyan, asteng kirin û alavên wan ên mûzîkê şikandin.

Her du hunermenda li Helebê gilî kirin lê rayedarên ewlehiyê gefa girtinê li wan xwarin.

(k)