Hêzeke Îsraîlê derbasî Quneytîrayê bû

Du erebeyên leşkerî yên artêşa Îsraîlê derbasî gundê Seyda Hanût ê başûrê Quneytîrayê bûn.

Hêzeke Îsraîlê derbasî Quneytîrayê bû
27 tîrmeh, 2025   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Aloziya li herêma sînorî ya di navbera Quneytîra û Colanê de dewam dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand du erebeyên leşkerî yên artêşa Îsraîlê vê sibehê ketin gundê Seyda Hanût ê başûrê Quneytîrayê.

Li gorî SOHR’ê, hemwextî derbasbûna her du erebeyan, balafirên keşfên yên Îsraîlê li ser herêmê digeriyan.

25’ê Tîrmehê jî dewriyeyeke artêşa Îsraîlê derbasî bajarokê Mezrea Ebû Mezra yê başûrê Quneytîrayê bibû, piştî nêzî saetekê ber bi Colanê ve vekişiya.

(bb)