Hezar û 500 xwendekar ji sala xwendinê ya nû mehrûm in

Li Til Temirê sala nû ya xwendinê di demekê de ku avahiyên perwerdeyê kêm in, tê pêşwazîkirin. 11 dibistan hatine wêrankirin, di 6’an de koçber dimînin û 18 jî ji xizmetê derketine. Vê jî hiştiye ku zêdetirî hezar û 500 xwendekar ji perwerdeya xwe dûr bikevin. Ji bo sererastkirina dibistanên ku zirar dîtine xebat hene.

3 îlon, 2026   06:00
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Li herêma Til Temirê bi destpêkirina sala xwendinê ya 2026-2027`an re, ji ber zirarên ku dibistanan ji ber êriş û bombebaranên di salên borî de dîtiye, gelek zehmetî hene, bi taybet li dibistanên li ser xeta eniyên şer.

Li gorî bîlançoya Rêveberiya Dibistanan a Til Temirê 115 dibistan hene, ji wan 11 dibistan bi temamî wêran bûne, 6 dibistanan koçberên ji Serêkaniyê lê dimînin û 18 dibistan jî di bin kontrola komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de ne. Bi vî awayî hejmara dibistanan kêm dimînin.

Vê yekê hiştiye nêzî hezar û 500 xwendekar nekarin perwerdeya xwe berdewam bikin, alternatîfên dîtina perwerdeyê yên têrker ji bo hemû xwendekarên ku ji xwendina xwe dûr ketine jî tune ne.

Zirar ji ber êriş û bombebarana ku li dijî herêman û gundewarên derdora Til Temir gihîştine dibistanan, ew herêm piştî dagirkirina komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a Serêkaniyê û koçkirina şêniyên wê, veguherî xeta eniya şer.

Ew dibistan di binesaziya xwe ya perwerdeyê de zirar dît, ev hişt ji xizmetê derkeve û xwendekar ji xwendina xwe dûr bikevin.

Astengiyên ku tên dîtin ne tenê li ser asta dibistanên wêranbûne an zirar dîtine ye, hejmarek ji avahiyên dibistanan wekî navendên girtina koçberan tên bikaranîn, li aliyeke din ji ber hejmara xwendekaran a bilind zexteke zêde li ser dibistanên di xizmetê de ne çêbû.

Rêveberiya Dibistanan ji dibistanên di xizmetê de sûdê werdigire, li gorî derfeta heyî belavkirina xwendekaran li wan dibistanan birêxistin dike, pê re jî rewşa dibistanên ku zirar dîtine û ji xizmetê derketine dişopîne.

Rêveberiya Dibistanan ji bo ji nû re sererastkirina dibistanên ku zirar dîtine, bi aliyên peywendîdar û rêxistinan re, bi armanca tamîrkirina dibistanan, bi taybet ên li ser xeta eniyên şer dixebite.

Têkildarî mijara xwendekarên ku ji perwerdeyê dûr ketine, Rêveberiya Dibistanan ji bo wan xwendekaran derbasî dibistanan bikin, bi rêya dabînkirina alternatîfên fêrkirin û avakirina avahiyên dibistanan yên heyî û sererastkirina dibistanên ku zirar dîtine li çareseriyan digerin.

Bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re, astengiya heyî derketina hin dibistanan ji xizmetê ye. Ev dihêle ku sererastkirina dibistanên ku zirar dîtiye, dabînkirina alternatîfan û misogerkirina dayîna derfeta perwerdeyê ji bo nêzî hezar û 500 xwendekarên ji xwendina xwe dûr ketine, gavên herî girîng bin.

(sb)

ANHA