Cotkarên Tirbespiyê: Derengmayîna dayîna pereyên genim zirarê dide cotkaran

Cotkarên Tirbespiyê diyar kir ku derengmayîna dayîna pereyên genim zirareke mezin li cotkar û gel kir û got ew ê sala were êdî genim neçînin.

Cotkarên Tirbespiyê: Derengmayîna dayîna pereyên genim zirarê dide cotkaran
3 îlon, 2026   03:28
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Cotkarên herêma Cizîrê îsal genim firotin hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, lê hikumetê pereyê genim heta niha jî nedaye hemû cotkaran. Ev derngmayîn ziyan li cotkaran kir, ji ber ku dema çandina genim nêzîk bûye.

Der barê mijarê de cotkarên Tirbespiyê da xuyakirin ku sala bê ew ê genim neçînin.

Cotkarê bi navê Xelîl Şindî diyar kir ku heke pereyên genim wiha dereng bimînin, dê gelek zirar li cotkaran û welatiyan bibe. Şindî got: “Ev zêdetirî 2 mehan e ku me genimê xwe firotiye, ji wê demê û heta niha tu kesî pere wernegirtine. Ev yek dihêle cotkar bikevin nav astengiyan.”

Şindî got heta niha ji sedî 25 pereyên genim dane, yê mayî jî dê bimîne heta 3 mehên din.

Şefîq Murad destnîşan kir ku cotkar ji salê heta salê çavê wan li berhema zeviyan e, lê heta vê gavê pereyên wan ne hatine dayîn. Murad bi bîr xist ku gel û cotkar gelek zehmetiyan dikişînin û ji aliyên peywendîdar xwest vê mijarê çareser bikin, da ku zexta li ser cotkaran û gel sivik bibe.

Cotkarê bi navê Elwan Elî jî da zanîn ku derengmayîna pereyên genim, zirarê dide civakê, gelek malbat bi çandiniyê debara xwe dikin, lê heta vê gavê pere nehatine dayîn.

Elî got: “Va ye dem hat ku cotkar erdên xwe ji bo sala bê amade bikin. Êdî sala bê em genim naçînin, wê eynî astengiyên ku niha em dikişînin, em ê dîsa pêre rû bi rû bimînin. Lewre çandina genim ji bo cotkaran û welatiyan bûye xisara herî mezin.”

ANHA