Heyva Sor a Kurdî ji bo xelkên li Siwêdayê kampanya alîkariyê dest pê kir

Heyva Sor a Kurd ji bo xelkên Swêdayê yên zirardar kampanya alîkariyê dest pê kir. Rêveberiya Heyva Sor a Kurd piştrast kir ku wekî beşeke erkê xwe yê neteweyî û mirovî, ew alîkariya lezgîn digihîne kesên ku herî zêde hewcedar in.

Heyva Sor a Kurdî ji bo xelkên li Siwêdayê kampanya alîkariyê dest pê kir
23 tîrmeh, 2025   20:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyva Sor a Kurd ji bo mexdûrên li Siwêdayê kampanya alîkariyê ragihand ragihand.

Rêveberiya Heyva Sor a Kurd diyar kir ku ji ber şert û mercên dijwar ên li bajarê Swêdayê û bandora li ser jiyana rojane ya niştecihan, pêdiviyeke lezgîn bi piştgiriya mirovî heye.

Rêveberiyê da zanîn ku ji bo ku ji vê rastiya bi êş re bibe bersiv, lewma deriyê komkirina alîkariyê vekir. Bi wê dixwaze bibe pirek ji bo ku alîkariya lezgîn bigihîne qurbaniyan.

Her wiha Rêveberiyê destnîşan kir ku kesên dixwazin alîkar bibin dikarin serdana navendên Heyva Sor a Kurd ên li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.

Li gorî Rêvberiya Heyva Sor a Kurd ji bo kesên li derveyî Sûriyeyê dijîn û dixwazin alîkariyê bikin serî li van hesabên li jêr bidin:

Heyva Sor a Kurdistane e. V.

Bank: Kreissparkasse Köln

IBAN: DE 49 370 502 99 000 40 10 481

BIC/SWIFT: COKSDE33XXX

Paypal:  https://www.paypal.com/donate/?hosted_button_id=ST5BWWFB7FPGS

Paypal: [email protected]

 (ac/şx)

ANHA