Li dora Foca 64 a Humsê teqîneke mezin

Li dora Foca 64 a Humsê teqîneke mezin çêbûye. Li gorî dezgehên çapemeniyê teqîn di encama êrişa Îsraîlê de çêbûye. SOHR`ê jî ragihand ku piştî teqînê, hêzên ewlehiyê seferber bûne û endamên Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz belav bûne.

Li dora Foca 64 a Humsê teqîneke mezin
23 tîrmeh, 2025   20:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên xwecih ragihandin ku li nêzî gundê Dibebe yê gundewarê Qisêr tam dora foca 64 teqîneke mezin çêbûye. Guman hene ku Îsraîlê dora Şinşar li başûrê Humsê bombebaran kiribe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku piştî teqînê, hêzên ewlehiyê seferber bûne, endamên Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz li herêmê belav bûne. Lê tam sedemên teqînê nayên zanîn.

11`ê Tîrmehê li tugeya leşkerî ya li taxa Nêrebê ya rojhilatê bajarê Helebê teqîneke mezin çêbû, lê heta niha sedemên wê nayên zanîn.

(şx)