Heyet Tehrîr El Şam 11 kes li Idlibê revandin

Çeteyên ˊHeyet Tehrîr El Şamˊ îro hemeleyek li Idlibê da destpêkirin û gelek welatî revandin. Hemwextî wê jî îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker bi ser dehan malan de girt, bi dehan welatî revandin, îşkence li sûriyeyiyên li herêmên dagirkirî kir.

Heyet Tehrîr El Şam 11 kes li Idlibê revandin
6 tîrmeh 2024   18:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecihî, çeteyên ˊHeyet Tehrîr El Şamˊ sûcên xwe li dijî kesên li herêmên dagirkirî zêde kirin. Îro heyetê gelek welatî ji bajarê Biniş ê gundewarê Idlibê revandin.

Çavkaniyan ji herêmên di bin kontrola Heyet Tehrîr El Şam de ji ajansa me re aşkera kir ku çeteyan îro hemleya revandinê li dijî 11 kesên li bajarê Biniş ê gundewarê Idlibê da destpêkirin.

Çavkaniyan navên 8 kesan diyar kirin û wiha ne: Mehmûd Mihemed El Ehmed (56), Esed Ebdulhekîm El Esed (23), Husam Muteb Hemade (Ebû Reid El Humsî (30)), Mihemed Mihemed Selat (23), Cemal Mihemed Hac Qedor (40), Mihemed Cuma Hac Qedor (20), Ehmed Welîd Hac Qedor (20), Ehmed Silêman Elî Başa (28).

Girêdayî heman mijarê çavkaniyan li herêmên Sûriyeyê yên ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin ji ajansa me re got îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji du rojan ve hemleya revandinê daye destpêkirin. Di wê hemleyê de bi ser bi dehan malên li Ezaz, Bab, Efrîn, Raî, Etarib û Ebzemo de hat girtin.

Li gorî agahiyên ajansa me bi dest xistine, heta roja îro li herêmên dagirkirî 17 kes hatine revandin, tên îşkencekirin û wan neçar dikin ku di dîmenan derkevin. Televîzyonên Tirkiyeyê wan dîmenan belav dikin.

Li gorî dîmenan revandî ji hêla desthilatên Tirkiyeyê ve tên îşkencekirin û ala Tirkiyeyê maç dikin.

Dewleta Tirk a dagirker tevahî deriyên sînor bi ser Sûriyeyê ve girtibûn û tora enternetê li herêmên dagirkirî qut kiribû.

(fr)