Êrişên dagirkeriyê li Ranyayê hatin şermezarkirin

Welatî û gelek kesayetên ji pîşeyên cuda yên Ranyayê li dijî êriş û dagirkeriyê dewleta Tirk a qirker çalakiyek li dar xist û bang li hemû aliyan hate kirin ku li dijî êrişên dagirkeriyê bê deng nemînin û helwesteke cidî nîşan bidin.

Êrişên dagirkeriyê li Ranyayê hatin şermezarkirin
6 tîrmeh, 2024   21:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro êvarê li Baxê Giştî yê navçeya Ranya bi pêşengtiya Grûba Koşan li dijî êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk li hev kombûn û çalakiyek lidar xistin. Li cihê çalakiyê daxuyaniyek ji aliyê endama Grûba Koşan Xedîce Mûsa ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye;

 “Ji bo raya navxweyî, giştî, navnetewî û her sê serokatiyên Iraqê û hemû aliyan!

Her ku diçe metirsiya li ser Herêma Kurdistan û Iraqê zêdetir dibe, bi taybet jî ev metirsiye ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser herêmê heye û divê li dijî wê helwest bê girtin.

Hatina nav xaka Herêma Kurdistanê bi kûrahiya bi dehan kîlo metreyan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, her wiha avakirina çendîn nuqte û baregehên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin. Heta niha hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê di çarçoveya eniyeke yekgirtî de li dijî dagirkeriyê xwe rêkxistin nekirine. Ev yek jî hîn zêdetir cesaret dide dijmin û dagirkeran û dagirkeriyên xwe berfirehtir dikin.

Bi giyanê hîskirin, berpirsyartî û nîşandana helwestê, em weke Grûba Koşan em bang li hemû laiyan dikin ku li dijî binpêkirin, êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk bêdeng nemînin. Her wiha divê dewleta Iraqê wekû parastina serweriya xak û xelkê Kurdistan û Iraqê li dijî êrişên dagirkeriyên yên dewleta Tirk nîşan bide, hewl bide ji xaka Kurdistan û Iraqê derbixe. Her wiha divê Iraqê tu lihevkirinên li dijî xaka Herêma Kurdistanê bi dewleta Tirk re neke.”