Sersaxî ji malbata şehîd Agirî Azadî re hat xwestin

Bi sedan şêniyên bajarên Dêrik , Girkê Legê , Çilaxa û Til Koçer sersaxî da malbata şehîd Agirî Azadî.

Sersaxî ji malbata şehîd Agirî Azadî re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Agirî Azadî re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Agirî Azadî re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Agirî Azadî re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Agirî Azadî re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Agirî Azadî re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Agirî Azadî re hat xwestin
6 tîrmeh, 2024   16:42
QAMIŞLO

Ji bo gerîlaya Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Agirî Azadî(Ferha Hacî) ku 13ˊê Gulanê şehîd bûbû, sersaxî hat xwestin.

Bi sedan şêniyên bajarên Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer û Dêrikê berê xwe da bin konê sersaxiyê  ku li gundê Cîlika  yê Girkê Legê hatiye vedan. Di merasîma sersaxiyê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hezna Temo sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza domandina xeta şehîdan da.

Her wiha endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Kantona Cizîrê Mihemed Ebdurehîm axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şehîd rûmeta me ne. Em bi saya şehîdan jiyan dikin. Dive em li ser şopa şehîdan bimeşin û têkoşîna xwe bilind bikin."

Piştî axaftinê wesîqeya şehadetê ya şehîd Agirî Azadî hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin.

Merasîm bi dirûşmên" Şehîd namirin" bi dawî bû.

(rx/fr)

ANHA